Li Edîrneyê trajediya koçberan: 10 kes mirin
Li navçeya Merîç a Edîrneyê, wesayiteke ku koçber tê de bûn qeza kir. Di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Merîç a Edîrneyê, wesayiteke ku koçber tê de bûn qeza kir. Di bûyerê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, qeza li kolana Artezyen a navçeya Merîçê rû da. Hate ragihandin ku ajokar nekariye wesayitê kontrol bike û wesayit jî li dîwar ketiye.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber qezayê 10 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 30 koçber jî birîndar bûne.
Navçeya Merîçê li qiraxa çemê Merîçê ye. Merîç sînorekî xwezayî yê navbera Tirkiye û Yewnanîstanê ye. Koçber bi salane hewl didin ji çemê Merîçê derbasî Ewropayê bibin.
Pêla koçberan a li herêmê mehên dawî zêde bû. Sala 2018'an zêdeyî 11 hezar kes ji Tirkiyeyê debasî Yewnanîstanê bûn. Li gorî sala 2017'an hejmara koçberên derbas bûn bi sê qatî zêde bû.
Di 17'ê Hezîranê de li peravê Bodrûmê ji ber ku keştiyeke koçber tê de bû noqî binê avê bû 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.