Li Edeneyê polîsan êrîşî ciwanan kirin

Li Edeneyê polîsan êrîş birin ser ciwanên ku operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê protesto dikirin.

Li Edeneyê polîsên Tirk bi guleyên rast çûn ser ciwanan.

Ciwanên ku li ser Cadeya Bazara Çarşemê ya li Taxa Barbaros a girêdayî navçeya Seyhanê li hev kom bûn, hewl dan bimeşin. Polîsan meşa ciwanan asteng kirin, bi çekan êrîş kirin.

Li hemberî êrîşa polîsan ciwanan jî dest bi berxwedanê kirin.

Şerên mabeyna ciwan û polîsan de li kolanan dewam dikin, polîs jî ketober taxan gulebaran dike.

Maleke ku ciwan ketinê ji aliyê polisan hate gulebarandin, tax ji aliyê polîsan hate dorpêçkirin.

Şerên navbera polîs û ciwanan didome.