Li Edeneyê ji bo Wanê kampanya

Li Edeneyê ji bo Wanê kampanya

Ji aliyê alîgirên Adana Demîrspor û Navenda Hunerê ya Ayişigi ya Edeneyê bi armanca piştevaniya bi erdhejzedeyên Wanê re kampanya hat destpêkirin. 

Bi armanca piştevaniya bi erdhjzedeyên Wanê re li Edeneyê kampanya hat destpêkirin. Alîgirên Adana Demîrspor û endamên Navenda Hunerê ya Ayişigi ya Edeneyê ji bo erdhejzedeyên Wanê yên di bin berfê de di konteyneran de dijîn kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Parka Ataturk ku stand hat vekirin ji endamê Koma Şîmşek a ji komên alîgirên Adana Demîrspor Mustafa Doş, banga piştevaniya bi Wanê re kir.