Li Edeneyê di demjimêrên serê sibehê de di ser malan de girtin û 9 xwendekar binçavkirin. Tê diyarkirin ku, di destê polîsan de lîsteya 15 kesî heye.
Di demjimêrên sibehê de li Edeneyê polîsan di ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan ya quncik bi quncik xwendekarên binavê Mert Kaya, Sila Soyaslan, Emre Ersel Erbaş, Mûrat Tûrhan, Mûrat Akinci, Ferhat Turekçen û Ugurcan Buyuknîsan û 2 xwendekarên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. 9 xwendekarên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan ya Edeneyê.
Xwendekarên endamên ESP’ê, TOP, SYK, Kolektîfên Xwendekaran û Malagel hate hînbûn ku, bihinceta ku tevlî meşa şeva 19’ê Kanûnê hatiye li darxistin bûne, hatine binçavkirin.
Duh xwendekarên ku li Edeneyê xwestin êrîşa polîsan ya li dijî xwendekarên ODTU’yê ku Serokwezîrê Tirk Erdogan protesto kiribûn, protesto bikin rastî êrîşa polîsan hatin
Îro rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî dê li Edeneyê di demjimêr 12.30’an de li Parka Înonu daxuyaniyekê bidin û binçavkirinan protesto bikin.