Li Edeneyê 3 wesayit hatin şewitandin
Çalakiyên ciwanên Kurd ên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikn. Ciwanan li Edeneyê 3 wesayit şewitandin.
Çalakiyên ciwanên Kurd ên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikn. Ciwanan li Edeneyê 3 wesayit şewitandin.
Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê, 3 wesayitên parkkirî doh bi şev hatin şewitandin. Li gorî agahiyan, wesayit ji aliyê ciwanên ser bi Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Çûkûrovayê ve ji bo şermezarkirina tecrîdê hatine şewitandin.
Ciwanên ku ji bo PKK û Ocalan dirûşm qîriyan, ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê bidomînin.