Li Edeneyê 3 jê zarok 4 kes hatin girtin
Li Edeneyê 3 jê zarok ji 9 kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin, ji 5 kesên din 3 jê cezayê hebsa malê hate dayîn û 2 jî hatin berdan.
Li Edeneyê 3 jê zarok ji 9 kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin, ji 5 kesên din 3 jê cezayê hebsa malê hate dayîn û 2 jî hatin berdan.
Di operasyona serdegirtina malan a duh a li Edeneyê de 3 jê zarok 9 kesên hatin binçavkirin îro piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî edliyeyê hatin kirin.
3’ê jê zarok 9 kesên ku îfada wan li dozgeriyê hatin girtin, bi hinceta parvekirinên li ser tevên civakî bî sûcên mîna “Propagandakirina rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê sûckirinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Di nava kesên li dadgeriyê îfadeya wan hatin girtin zarok jî di nav de 4 kes bi heman sûcan hatin girtin, ji bo 3 kesan cezayê ‘hebsa malê’ û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.