Li Edeneyê 2 kes hatin girtin

Li Edeneyê 2 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, bi gotina îtirafkaran bi îddîaya “endambûna rêxistinê” û “alîkarî dayîna rêxistinê” hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê tê birêvebirin de, A.G. û G.A. yên hevjînê hev ku doh li Stenbolê hatîn destgîrkirin û anîn Edeneyê, karûbarên wan ên li emniyetê bi dawî bû. A.G. û G.A. ên ku sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin, bi gotina îtirafkaran a li dozgeriyê bi îddîaya “endambûna rêxistinê” û “alîkarî dayîna rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Silha Hêşedariya Edeneyê kirin.

A.G. û G.A. ên ku li dadgehê karûbarên wan bi dawî bûyîn, hatin girtin.