Li Edene û Stenbolê çalakî
Yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Helîn Mûş, Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan çalakî kirin.
Yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Helîn Mûş, Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan çalakî kirin.
Yekîneyên tolhildanê li ser çalakiyên li Ceyhan a Edeneyê, Sîlîvrî ya Stenbolê daxuyaniyek dan û diya rkirin, "Li dijî her şewata ku çeteya faşîst û bêesîl a faşîst a li Kurdistanê dike, wê her deverên TC û hevkarên wê bê şewitandin."
Di daxuyaniyê de hate gotin," Faşîzma AKP-MHP'ê bi agir dilîze. Em navê tolhildanê ne. Madem agir bûye sembola me, wê demê em ê agir geş bikin. Ev agir wê me mezin bike, faşîzmê jî bişewitîne."
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helîn Mûş diyar kir ku 9'ê Hezîranê li navçeyên Ceyhan û Sariçamê yên Edeneyê çalakî kiriye.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan jî li Sîlîvrî ya Stenbolê TIR'eke faşîstan û li Arnavûtkoyê jî 3 wesayitên luks şewitand.