Li Edene û Mersînê serdegirtina malan
Polîsên Tirk li Edene û Mersînê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk li Edene û Mersînê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan li du bajaran avêtin ser malan.
Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û demeke dirêj xanî hatin saxkirin.
Polîsên ku alavên li malan serûbin kirin, dest danîn ser hin pirtûk, kovar û malzemeyên dîjîtal.
Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin, her wiha tundî li hin kesan hate kirin.
Li gorî agahiyan têkildarî 17 kesan biryara destgîrkirinê heye, lê nehate zanîn ku çend ji wan hatine destgîrkirin.