Li Edene û Mersînê bi dehan kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, danê vê sibehê jî li Edene û Mersînê dewam kirin.

Li Edeneyê, zarok jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Mersînê jî xebatkarê çapemeniyê yê Şaredariya Akdenîzê Abdullah Ozkliavûz di serdegirtinê de li mala xwe hat binçavkirin.

Li navçeyên Edene Seyhan û Yuregîrê, polîsan avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de zarok jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.

LI MERSÎNÊ XEBATKARÊ ŞAREDARIYÊ HAT BINÇAVKIRIN

Li navçeya Mersîn Akdenîzê, polîsan danê sibehê avêtin ser mala xebatkarê çapemeniyê yê Şaredariya Akdenîzê Abdullah Ozkilavûz ê li Yenî Mahalleyê. Piştî lêgerîna li malê Ozkilavûz hat binçavkirin.