Li Edene û Mersînê 14 kes hatin destgîrkirin

Li Edene û Mersînê di serdegirtina malan de 14 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de  bi biryara girtina 17 kesî re îro li Edene û Mersînê polîsan avêtin ser malan.

Di serdegirtinan de 14 kes hatin destgîrkirin. Kesên bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "tevlîûna li nava avahiya civakî ya PKK/KCK'ê" hatin destgîrkirin, birin Şaxê Siyasî yê Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

Li kesên hatin destgîrkirin 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Li gorî agahiyan dibe ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe.