Li Edene polîsan êrîş bire ser ciwanan
Polîsan êrîşe bire ser ciwanên ku girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar dikirin.
Polîsan êrîşe bire ser ciwanên ku girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar dikirin.
Li Edeneyê ciwanên ku li navçeyên Seyhan, Yuregir û Ceyanê, taxên Dadlioglu, Firat, Gulbahçe, Anadolu, Esentepe, Belediyeevleri, Yersuat hatin cem hev, girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan bi çalakiyan şermezar kirin.
Ciwanan rêyên sereke lastîk şewitadnin û ji bo PKK’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP’ê dirûşm berz kirin. Polîsên ku hatin cihê çalakiyê bi bombeyên gazê, bombeyên deng û berên rastî êrîş kirin, ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv dane polîsên Tirk. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî ketin nav kuçeyan, di nav de zarok jî gelkek kes binçav kirin.
Li taxên ku dirabe gritîbûn polîsan bi wesayitên zirxî anons kirin û gotin ,’’Dirabeyên xwe vekin, ku hûn venekin wê cizayê pereyan li we were birîn. Li zarokên xwe xwedî derbikevin, wan bibin malê’’
Şerê di navbera ciwan û polîsan de didome.