Li Edenê 9 kes hatin girtin

Li Edenê 9 kes hatin girtin

Li Edenê, bi sedema beşdarî çalaiyên Parka Gezî bûne, 9 kes hatin girtin.

Li Edenê 11 kesên roja 23'ê Tîrmehê di serdegirtinên malan de bi hinceta beşdarî çalakiyên Parka Gezî bûne hatin binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê duh serê sibê radestî Edliya Edenê hatin kirin. Piştî îfadedayina li Dozgeriya Komarê, ji 11 kesan 2 jê serbest hatin berdan û 9 jî bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar hatin kirin. Her 9 kesên radestî dadgehê hatin kirin bi sûcdariya "endamên rêxistinê ne" û "li ser navê rêxistinê çalakî kirine" hatin girtin.

Di vê navberê de, xizmên ku ji bo dîtina girtiyan li pişt avahiya edliyê li hev kom bû, lê polîsan bi bombeya gazê êrîşî komê kirin. Ji ber ku komê jî bersiv da polîsan pevçûn derket. Ji 9 kesên hatin girtin, mêr li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçulerê ya Edenê û jin jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Karataşê hatin bicihkirin.