Li Edenê 4 ESP'yî radestî dadgehê hatin kirin

Li Edenê 4 ESP'yî radestî dadgehê hatin kirin

Li Edenê, 4 endam û rêveberên ESP'ê yên bi hinceta piştgirî dane berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.

Bi hinceta piştgirî dane berxwedana Taksîmê, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Serpîl Arslan, Endamê Meclîsa Partiyê Merîç Solmaz û endamên ESP'ê Azîz Ay û Mûrat Akinci yên du roj berê hatin binçavkirin, karûbarên wan li dozgeriyê bi dawî bûn.

Her çar ESP'yî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.