Li Edenê 3 binçavkirin

Li Edenê 3 binçavkirin

Li Edenê di operasyona li dijî berxwedêrên Taksîmê de 3 kes hatin binçavkirin.

Di operasyona binçavkirinê ya li dijî berxwedêrên Taksîmê de li Edenê Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Serpîl Arslan, Endama Meclîsa Partiyê ya ESP'ê Merîç Solmaz û endamê ESP'ê Azîz Ay di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin.

Arslan di destpêka vê hefteyê de hatibû binçavkirin û serbest hatibû berdan.