Li Dûîsbûrgê qetlîama Dîlokê hate protestokirin
Kurdistaniyên li Dûîsbûrg û derdora wê dimînin, qetlîama Dîlokê protesto kirin.
Kurdistaniyên li Dûîsbûrg û derdora wê dimînin, qetlîama Dîlokê protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg û derdora wê dijîn, ji bo kesên ku di qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê Mûsûr Aslan axivî, Aslan diyar kir ku berpirsê vê qetlîamê AKP û Erdogan e.
Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya NAV-DEM’ê hate xwendin, hate belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bimire AKP”, “Bijî Serok Apo” û “Qatil Erdogan” hatin berzkirin.