Li Dûîsbûrgê Meşa Dirêj di roja 3’yan de ye
Meşa Dirêj a Kurdistaniyan a li Dûîsbûrgê kete roja 3’yan.
Meşa Dirêj a Kurdistaniyan a li Dûîsbûrgê kete roja 3’yan.
Meşa Dirêj a ku li Dûîsbûrg a Elmanya ji hêla Kurdistaniyan ve bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re Azadî û ji Kurdistanê re statû’’ dest pê kirî, di roja sêyan de berdewam dike. Milê Dûîsbûrgê yê meşê saet 10.00’ê sibehê li Dûsseldorf-Derendorfê li hev kom bûn.
Faşîstên ku li ber mizgefta Tirk a girêdayî DÎTÎB’ê civiyan xwestin ku êrîşî meşê bikin. Kurdistaniyan ev xwestina wan têk bir û polîsên Elman li vir Kurdek binçav kir.
Li gel astengiyan jî meş bi coşdariyeke mezin dest pê kir û 50 kîlometre meşiyan. Bi meşa ku saet 13.00’ê wê li Dûsseldorf-DGB’ê dest pê bike, ber bi Parlementoya Eyaletê ya NRW’yê ve wê bidome