Li Dûîsbûrg ji bo Sûrê çalakî
Li bajarê Dûîsbûr ê Elmanya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûrê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Li bajarê Dûîsbûr ê Elmanya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûrê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Li bajarê Dûîsbûr ê Elmanya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûrê bi mîtîngekê hat protestokirin.
Bi sedan Kurd, sosyalîst, Elewî, Êzîdî û dostên gelê Kurd bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê li pêşiya Stasyona Trenê ya Dûîsbûrgê hatin cem hev, bi daxuyaniyek çapemeniyê ya di saet 17.00’an de û bi mîtîngekê ve êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.
Di meşê de dowîzên, “Qatil Erdogan”, “Deng bide dengê Sûrê” hatin rakirin, dirûşmên protestoyî hatin gotin.
Li ser navê NAV-DEM’ê Nîyazî Oztaş daxuyaniya çapemeniyê li Gara Trenê ya Dûîsbûrgê xwend, dewleta Tirk hişyar kir ku polîtîkayên şer û êrîşên li ser Kurdistanê bi dawî bike. Oztaş di axaftina xwe de bang li tevahî bawerî û nasnameyên bindest kir ku li dijî terora AKP’ê li her qadê bi hev re têbikoşin. Destnîşan kir ku divê li hember van êrîşanên li dijî gelê Kurd her beşên civakê derkevin qadan.
Însiyatîfa Gelê Kurecîk a Ewropa û MLKP tevlî çalakiyê bûn, piştevaniya xwe pêşkêş kirin.