Li du kampên Elmanyayê îşkence li penaberan hat kirin
Li du kampên Elmanyayê îşkence li penaberan hat kirin
Li du kampên Elmanyayê îşkence li penaberan hat kirin
Li bajarê Burbach a girêdayî eyaleta NRW ya Elmanyayê, derket holê ku li penaberên ku li kampê dimînin ji aliyê peywirdarên ewlehiya taybet ve îşkence û pêkanînên xerab hatine kirin.
Elmanyaya ku di salên dawî de bi zêdebûna hejmara penaberan di rojevê de ye, li bajarê Burbach derket holê ku li Garnîzona Sîegerlandê peywirdarên ewlehiya taybet bi awayekî sîstematîk îşkence li penaberan kirine. Piştî ku dîmenên îşkenceyê di çapemeniyê de derketin şûnde nerazîbûnên mezin hatin nîşandan.
Di wêne û dîmenên mijara gotinê de tê dîtin ku peywirdar bi şeqam û kulman li penaberan dixin û bi lingan pê li wan dikin.
Piştî ku dîmen derketin holê dozgerî ket nava tevgerê û der mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hate hînbûn ku der barê peywirdarên kampê de berê jî ji ber sûcên bikaranîna tiryak, bikaranîn çek û birîndarkirina kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Wezîrê Karên Hundir ê NRW’ê Ralf Jaeger jî duh daxuyaniyek da û got ku divê berpirs bên cezakirin û kî zextan bike, tehdît bike nayên efûkirin.