Li Dresdenê panela ji bo kampanya malbata bira

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, ji bo "Kampanya Malbata Bira" panelek hat lidarxistin.

Parlamenterê Sachsen Gorlîztê Marko Schûltze, Parlamenterê HDP'e yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji NAV-DEM'ê Yuksel Koç, nûnera Dîe Lînke Fatma Karahan û li ser navê Navenda civaka Demokratîk a Kurd Harûn Çalişkan weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Panelê saet di 15:00 de destpê kir û ewilî, sînevîzyonek li ser bajarên Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin, hat nîşandan.

Schûltz di axaftina xwe ya li vir de polîtîkaya durû ya Elmanya di mijara Tirkiyeyê de dimeşîne rexne kir û destnîşan kir, ku weke Dîe Lînke Sachsenê ew hewl didin li hemberî vê yekê piştgiriyê bidin HDP'ê. Schûltz diyar kir, piştî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, Faysal Sariyildliz wê bibe "wekîlê bira" û polîtîkaya şerê qirêj rexne kir.

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz jî li ser berxwedana li Kurdistanê agahî da. Sariyildiz bavê 8 zarokan ê ku ji bo parastina wan canê xwe feda kir, mînak nîşan da û ji bo zarokên bêbav man e bal kişand ser girîngiya "Kampanya Malbata Bira".

Yuksel Koç û Fatma Karahan jî pêvajo nirxandin û işaret bi girîngiya xebatên Dîe Lînke yên li Elmanyayê kirin.

Panela ku ji aliyê Harûn Çalişkan ve hat birêvebirin, piştre bi pirs û bersivan qediya.

Di panela ku zêdeyî 100 kes lê amade bûn de, 20 kesên din tevlî kampanya malbata bira bû.