Li Dresden û Brûkselê ji bo Ocalan çalakî

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê û bajarê Brûksel ê Belçîkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

DRESDEN

Li navenda bajarê Dresden ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Ûta û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dresden a Eyeleta Sachsen a Elmanyayê çalakiya kon lidar xistin. Di konê li Altmarkê hate danîn, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesên hatin ziyaretê agahdarkirin. Di çalakiya ji aliyê derdor ve eleqeyek mezin hate nîşandan de, gelek belavok hatin belavkirin.

BRÛKSEL

Li Brûkselê di pêşengtiya Meclîa Jinan a Bêrîtan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li pêşiya gara trenê ya navendê konek hate danîn. Di konê bi armanca agahdarkirin têkildarî şert û mercên tecrîdê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nav de hate danîn, pankartên ku daxwaza azadiya Ocalan diyar dike hatin vekirin.