Li Drancyê Şehîd Mawa Torî hate bibîranîn

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê gerîlayê HPG’ê Mucahît Kizilay (Mawa Torî) hate bibîranîn.

Merasîma bibîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Drancyê bi beşdarbûna malbata şehîd Mawa Torî û bi sedan Kurdistaniyan hate lidarxistin.

Bibiranîn bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir û di merasîmê de endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Tellî Alagoz, siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya û kurê mamê Torî, Nûrûllah Kizilay axivîn.

Di merasîmê de banga tevlîbûnekî bihêz ji bo çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di axaftinan de wiha hate gotin; “Şehîdên me nirxê herî pîroz yê gelê Kurdistanê ye, em ê heta dawiyê girêdayî têkoşîna wan bin û têkoşînê bi Rêbertiyek azad û Kurdistanek azad re tacîdar bikin.”

Di merasîma bibîranînê de sînevîzyona ku qala jiyana Şehîd Mawa Torî dike hate nîşandan. Merasîm bi dirûşmeyên’Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.