Li Dragûîgnanê merasîma ji bo bîranîna şehîdan

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, ji bo şehîdên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, berxwedêrên qada xwerêveberiyê yên weke Sûr, Cizîr, Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan û hemû şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dragûîgnanê axaftin hat kirin û hat ragihandin, gelê Kurd di pêvajoyeke berxwedanê ya dîrokî de ye.

Di axaftinên li vir de hat gotin, "Di vê berxwedanê de, em ê bi sekna berxwedêr û bi rûmet a gel û şehîdên xwe, çeteyên DAIŞ'ê û nokerên wan ji Kurdistanê derxînin". Di merasîmê de plaket ji malbatên şehîdan re hat dayîn. Merasîm bi belavkirina xwarina xêrê qediya.