Li bajarê Dortmund yê Almanyayê dê sibe bi meşekê komkujiyê Gurgum û Roboskiyê bê şermezar kirin.
Meşa ku Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Dortmund û derdorên wê tevlî bibin ‘ji Gurgumê heya Roboskiyê ji komkujiyan re na’ dê di demjimêr 13.00’an roja Şemiyê li ber îstasyona navenda Dortmundê destpê bike.
Çalakiya ku Navenda Çanda Elewiyan (DAKME), Navenda Çanda Ehmedê Xanî û Mizgefta Seîdê Kurdî bi hev re organîze kir, komîteya amadekar banga tevlîbûnê kir. Di banga komîteya amadekar kirî de hate gotin ku, “Komkujî, qetlîam, zulim, çanda desthilatdar û dewleta ne. kevneşopiya gelê mazlûm jî berxwedan, ji bo azadiyê tekoşînekî birûmete û hesab ji zaliman pirsîne. Em bang li tevayî gelê me û hemû dostên alîgirên mirovahiyê yên li Dortmund û derdorê wê jiyan dikin, dikîn ku tevlî meşa li Hauptbahnhofa Dortmundê ya 29’ê Kanûnê roja Şemiyê di demjimêr 13.00’an de destpê dike bibin, her wiha tekoşînê bilind bikin û hesabê ji komkujan bipirsîn.”