'Li dora sifreyên rûyê erdê, yekîtiya li dijî fîrewnan'
Berdevkê Misilmanên Antîkapîtalîst Mûharrem Şaşkin bang li her kesî kir, ku li dora Sifreyên Rûyê Erdê yên di meha Remezanê de werin danîn, li dijî fîrewnan bibin yek.
Berdevkê Misilmanên Antîkapîtalîst Mûharrem Şaşkin bang li her kesî kir, ku li dora Sifreyên Rûyê Erdê yên di meha Remezanê de werin danîn, li dijî fîrewnan bibin yek.
Misilmanên Antîkapîtalîst amadekariyan dikin, li dijî sifreyên heramxwar û serdestan, di meha Remezanê de Sifreyên Rûyê Erdê ava bikin. Sifreya destpêkêya rûyê erdê wê di 6'ê Hezîranê roja Duşemê saet di 20:30 de li Meydana Galatasarayê bê danîn. Beriya danîna vê sifreyê Berdevkê Misilmanên Antîkapîtalîst Mûharrem Şaşkin ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku roj roja yekîtiya li dijî fîrewnan e.
Mûharrem Şaşkin diyar kir, ew di nava rewşeke zext, zilm, bêedaletî, neheqî, cihêkarî û korbûyînê dest bi meha Remezanê ya îsal dikin û got, "Li dijî vê rewşê, em hezkirinê, edalet, rehm û biratiya mirovan diparêzin. Em dixwazin rizka ku Xwedayê mezin ji bo hemû zindiyên li ser rûyê erdê bi wekhevî jê sûdê werbigirin afirandiye, li ser Sifreya Rûyê Erdê parve bikin."
Şaşkin da xuyakirin, eger aştî û piştgirî bi ser nekeve, wê ev rewşa dojehê ya mirovahî tê de ye her kesî bişewitîne û got, "Em vê yekê em ji pirtûka xwe, hem jî ji wijdanê hevpar ê mirovahiyê dixwînin."
Şaşkin destnîşan kir, rîtuelên îbadetê yên îro tên kirin, bi tenê amadekariya ketina nava jiyana civakî ye û got, "Armanca bingehîn, parastina bedewî û başiya hevpar ji bo hemû mirovahiyê ye."
Şaşkin da zanîn, roj roja yekîtiya li dijî fîrewnan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke Misilmanên Antîkapîtalîst, ziman û ola xwe çi dibe bila bibe, em xewn û xeyala hevpar a temamiya mirovahiyê bi cih tînin. Ev xeyal, civakeke aştiyê ya bê sînor û civakeke bê çîn e."
Şaşkin da xuyakirin, meha Remezanê ew meh e ku mirovahî li xwe vegere, rastiya xwe bibîne û got, "Çawa ku bi rojiyê ve hemû Misilman dibin weke hev, li Sifreyên Fitarê yên Rûyê Erdê û di meha Remezanê de jî em dixwazin ji aliyê têrbûnê ve weke hev bin."
Şaşkin her kes vexwend Sifreya Rûyê Erdê.