Li DMME'yê, ji Tirkiyeyê 8 hezar û 308 dozên nû!

Serokê DMME'yê Raîmondî, diyar kir ku karnameya xirab a Tirkiyeyê di nava sala dawiyê de ji sedî 300 zêde bûye.

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Gûîdo Raîmondî, di rûniştin daxuyaniya çapemeniyê ya îro de bîlançoya 2016'an eşekere kir. Serokê DMME'yê diyar kir ku di nava sala dawî de, bi taybet piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û şûn de ji bo DMME'yê ji Tirkiyeyê 8 hezar û 308 dozên nû hatine, eger ku em li gorî salên din berhev bikin ji sedî 300 zçde bûye, di sala 2015'an de ji Tirkiyeyê 2 hezar û 212 doz ji bo DMME'yê hatibû kirin.

DEWLETA TIRK JI 88 DOZAN HATE MEHKÛMKIRIN

Li gorî daneyên DMME'yê di nava sala dawî de hikûmeta Tirk ji 88 dozan hatiye mehkûmkirin. Ji van 8 doz gef kuştinê û neparastina jiyanê, 9 êşkece û nêzîkatiyên xirab, 22 gef li azadî û mafê ewlehiyê ne. Ji 47 welatên ku doza gefa mafê jiyanê, di dadgehên giştî de 24'in. Ji van 12 ji Rûsya, 2 Ûkranya; yek ji Roma, Fransa û Ermenîstanê jî, ji ber mirina keskê li DMME'yê hatin mehkûmkirin.

JI SEDAN 15'AN ZÊDETIR JI TIRKIYEYÊ NE!

Niha li Tirkiyeyê hêjmara giştî dozên ku hatine qebûlkirin yan jî encam negirtine weke 12 hezar û 575'an tê nîşandan. Bi vê awayî 7 hezar û 800 dozên Tirkiyeyê li DMME'yê ne, ev jî hêla kû Rûsya li pişt bimîne, bi vî awayî piştî Ûkranaya ya ku bi serlêdana 18 hezaran û şûn de welatê dûyemîn ê ku herî zêde serlêdana dozan lê tê kirine. Di çarçoveya 47 welatên ku nêzî 80 hezar dosyayên dozê kom bûne ku li DMME'yê ne, ji sedî 15'yê dosyayan ji Tirkiyeyê çûne.