Li dijî xwendekarên Zanîhgeha Çoruhê êrîşa tîpa 'W' yê
Li dijî xwendekarên Zanîhgeha Çoruhê êrîşa tîpa 'W' yê
Li dijî xwendekarên Zanîhgeha Çoruhê êrîşa tîpa 'W' yê
Xwendekarên li Zanîngeha Çoruhê ya Artvînê xwestin ji bo piştgiriya mexdûrên erdheja Wanê standê vekin, lê ji ber di dowîzê de tîpa "W" hebû rastî êrişa komek ulkucu hatinrastî Rêveberiya Zanîngehê jî bi gotina "Hûn girtina masiyan fêrî wan nakin, hûn siniya masiyan pêşkêşî wan dikin. Ew fêrî jiyana belaş bûne" xwendekar asteng kirin.
Komek ulkucu bi sedema tipa di dowîzê de tîpa "W" heye êrîşî xwendekarên welatparez kir. Xwendekarên li Zanîngeha Çoruhê ya Artvînê xwestin ji bo piştgiriya mexdûrên erdheja Wanê standê vekin, rastî astengiya rêveberiya Zanîngehê hatin. Rayedaran bi gotina "Hûn girtina masiyan fêrî wan nakin, hûn siniya masiyan pêşkêşî wan dikin. Ew fêrî jiyana belaş bûne" xwendekar asteng kirin. Li gel helwesta zanîngehê dîsa xwendekaran stand vekir û dowîz bilind kirni. Piştî helwesta rêveberiya zanîngehê komek xwendekarên welatparêz dowiza "Bedena me li vir e, lê ruhê me dicemide" vekir û stand vekirin. Li hemberî vê stant û dowîzê êrîş pêk anîn. Ewil, rêveberiya zanîngehê xwest standan ji bo alîkariya Wanê bê rakirin. Rêveberiyê diyar kir ku ger destûr neyê girtin û destûr neyê dayîn dê mudaxaleyî stantê bikin.
Hat zanîn ku rêveberiya zanîngehê xwest destûrê bigirin û piştre biçin li dervê zanînehê vekin. Rêveberiyê diyar kir ku ger bûyer derkeve jî bila li dervê zanîngehê pêk bê. Li gel ku rêveberiya zaningehê destûr neda jî dîsa xwendekaran stant vekir û dowiza "Dengê me jî bêhna me canê me bi canê we re ye" û "Bedena me li vir e, lê ruhê me li wir dicemide.
Koma xwendekaran piştî stant u dowîz vekir bi hinceta di dowîza "Wanê" de "W" heye êrîşî xwendekarên welatparêz kirin. Koma nijadperest bi siloganên "Vir Artvin û Tirkiye ye" û neheqî li wan kirin. Piştî xwendekarên welatparêz jî bersîv da ulukcuyan hêzên ewlehiyê ket nava niqaşan.
Rêveberiya zanîngehê jî xwest stant bê rakirin.
Xwendekarên welatparêz ji bo bûyer û alozî dernekeve stantên xwe rakirin.