Li dijî xwendekarên Kurd teror ulkucuyan

Li dijî xwendekarên Kurd teror ulkucuyan

Rûniştina doza têkildarî teqîna li Zanîngaha Stenbolê (ÎU) pêk hatin derbarê xwendekaran de hatî vekirin pêk hat. Li edliyeyê koma ulkucuyan (nijadperestên Tirk) a ku weke "şahid" hatin guhdarkirin êrîş li malbat û xwendekaran kir.

Di rûniştina 13 xwendekarên jê 9 girtî yên ji ber teqîna di 8'ê gulanê de li ÎU'yê pêk hat li 23'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê de komeke ulkucuyan êrîş li xwendekar û malbatan kir. Di rûniştinê de 20-30 ulkucu weke "şahid" anîn û di korîdora rûniştinê de bi şîşeyên sodayê û daran êrîş li malbat û xwendekaran kir.

Koma ulkucuyan di bin kontrola polîsên TEM'ê de bûn. Ji Sol Haber Rojnameger Selîn Aker şer bi telefona xwe kişand û polîsên TEM'ê telefona wê dest ser kir. Piştî êrîşê di navbera malbat û polîsên TEM'ê de nîqaş derket û li edliyeyê rageşî berdewam dike.

Hinek welatiyên bûn şahidê bûyerê diyar kirin ku koma ulkucuyan li nokteyên lêgerînê bi dar, kêr û kemeran ketin hindûr û êrîş li malbatan kir. Hate gotin ku ulkucuyan êrîş li parêzerekî jî kir.

Di rûniştina bi tesbîta nasnameyan dest pê kir xwendekan bi kurdî bersiva dadgehê da. Piştî ulkucu weke şahid hatin guhdarkirin parêzeran parastin kir. Piştî êrîşa ulkucuyan ji rûniştinê re navber hate dayîn û tu kesî negirtin hundisê salona rûniştinê.