Li dijî weşanxaneyên Kurdî zext, ji bo Erebî seferberî!

Xebatkarê Weşanxaneya Pirtûka Kurdî Bawer Berşev aktivîteya Fûara Pirtûkên Erebî ya li Yenîkapiyê nirxand û wiha got; “Weşanxaneyên Kurdî êdî nayê vexwendina fûaran. Divê Kurd neçin vê fûarê. Kurd wê fûarên xwe bi xwe lidar bixin.”

Li Tirkiyeyê ku krîza aborî heyî û gel di nava hejariyê de dijîn, AKP weke ku krîz nîne tevdigere. Fûara Pirtûkên Erebî ya Stenbolê ya Navnetewî bi hevkariya Yekîtiya Pîşeya Weşanxaneya Tirk, Komeleya Weşanxaneya Pirtûkên Erebî ya Navnetewî û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li Navenda Huner û Nîşandana Avrasya ya li Yenîkayê hate vekirin. Fûar wê hefteyekê bidome. Ji Misir, Urdun, Sûriye, Libnan, Cezayîr, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Kûveyt, Qatar, Erebîstana Siûdî, Sûdan, Fas, Îngîltre, Îtalya, Îran û Iraqê zêdetirî 200 kes beşdarî fûarê bibin.

DI DEMEKÊ DE KU LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ ZEXT DIDOMIN...

AKP ya ku dev ji amûrên asîmîlasyonê bernade bi taybet zextên xwe yên li ser Kurdî didomîne. Weşanxaneyên Kurdî ji bo fûarê nehatin vexwandin û AKP ji bo beşdarbûna bi hezaran mirov ji bo fûara Erebî hefteyekê şaredarî seferber kir.

CIH NEHATE DAYÎN JI BO WEŞANXANEYÊN KURDÎ

Xebakarê Weşanxaneya PirtûkaKurdî Bawer Berşev ji ANF’ê re axivî û got; “Êdî weşanxaneyên Kurdî ji bo fûaran nayê vexwandin. Beriya niha şaredariyan, saziyên din weşanxaneyên Kurdî vedixwendin fûaran. Lê ev 2 3 salên dawî êdî weşanxaneyên Kurdî nayê vexwandin. Bi hewldanan hinek weşanxaneyan agaihiya wan ji van fûaran çêdibin. Ji derveyî vê gelek weşanxaneyên Kurdî tune têne hesibadin. Bersivên ‘cih nîne’ didin me. Di pêvajoya pêşiya me de wê Kurd fûarên xwe bi xwe lidarbixin.”

‘DIVÊ EV FÛAR BÊ PROTESTO KIRIN’

Berşev daxuyakirin ku divê Kurd nerazîbûn nîşanî fûarê bidin û vê rewşa heyî protesto bikin. Berşev bandora pêvajoya Rewşa Awarte ya li ser pirtûkên Kurdî jî nirxand û wiha got; “Em weke weşanxaneyê û hem jî weke saziyeke ku difiroşe bandorekî sedî 10  çêbû. Xwênerên Kurdî xwênerên dilsoz in (sadiq). Di nava her şert û mercan de pirtûkan dixwazin. Dixwazin bigrin bixwînin. Pirtûkên Kurdî xwedî xwênerên dilsoz in (Sadiq). Tevî şert û mercên krîza aborî dixwazin pirtûkan bigrin û tenê bila berhem derkevin.  Di nava 2 3 salan de me ev rewş dît.”