Desthilata faşîst a AKP/MHP'ê li dijî vîna gel darbe kir-NÛ BÛ

Desthilata faşîst a AKP/MHP’ê li Meclîsê li dijî vîna gel darbeyek din kir. Parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î û Enîs Berberoglû yê CHP’î hatin betalkirin.

Li Desteya Giştî ya Meclîsê di derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û Parlemetnerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolê Enîs Berberoglû bi hinceta sûcên li ser wan hatiye piştrastkirin, daxwaza betalkirina wekîltiya wan hate kirin. Li ser vê alozî li Meclîsê derket.

Serokwekîlê Koma Giştî ya CHP’ê Engîn Altay nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev dijî Destûra Bingehîn e. Piştî nerazîbûnên HDP’ê û CHP’ê û şûnde dest bi nîqaşa usûlê hate kirin.

Li gel gotûbêj dom dikir, li ser daxwaza Sureyya Bîgîç ê AKP’î fezlekeyên derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û Parlemetnerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û Parlementerê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ê Stenbolê Enîs Berberoglû sûcên hatibûn piştrastkirin hate xwendin, wekîltiya wan hate betalkirin.

ATALAY Ê CHP’Î: EV DARBEYEKE LI DIJÎ PARLEMENTOYÊ

Parlementerên HDP’î û CHP’î destê xwe li maseyan dan û protesto kirin.

Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Atalay mafê axaftinê girt û diyar kir ku lezûbez xistina fezlekeyan a rojevê li dijî parlementoyê darbeyeke.

Atalay got: “Rakirina destlênedayîna, sepandina li parlementoyê ferman e.”

Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan jî axivî û nerazîbûn nîşanî parlementerên HDP’ê û CHP’ê da.

BEŞTAŞ: EV DESTHILAT DARBEKAR E

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştajî jî got: “Îro hûn ketine derdekî din ku bêhiqûqiyeke din rewa bikin. Darbeya 4’ê Mijdarê dewam dike. Ev desthilat darbekar e.”

Beştaş bi domdarî got: “Ti têkiliya vê desthilatê bi vîna gel û parlementoyê re nemaye. Bi biryarên we şandin ji Daza Giştî ya KCK’ê Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllari ceza girtin. Ew dadger ji ber FETO’yê di girtîgehê de ne. Cezayên muebetê girtine. Parlementerên ku van dadgeha ceza kirî, dixwazin parlementerên ku dengê sed hezaran kesî girtiye betal bikin. Qet nebêjin têkoşînê bi FETO’yê re dikin. Di dema 27’emîn de dibêjin; ‘Em ê bi domdar darbekar bin.’ Darbekarên herî mezin hûn bi xwe ne, gelê Tirkiye û em jî vê baş dizain. Çima hûn rê nadin Hakan Fîdan bê darezandin? Çima rê nehate dayîn ku diz, nelirê bên darezandin, dema bi kêrî karê we bê, daraz ferman bide. Hûn jî bînin Meclîsê. Pirs dikim, çima ev dosya îro hate meclîsê? Kê ev ferman da? Ev faşîzm e, olîgarşiya pirbûnê ye.”

Dema ku biryara destlênedayinê hate xwendin, parlementerên HDP’ê û CHP’ê destê xwe li maseyan dan û ev yek protesto kirin.

GUVEN: BERXWEDAN JIYAN E

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li ser betalkirina wekîliya xwe li avahiya KCD’ê ya Amedê nerazîbûn nîşan da.

Piştî xwendina fezlekeyê ya ji aliyê Serokwekîlê Meclîsê yê AKP’î Sureyya Sadî Bîlgîç ve hate xwendin, Guven bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ nerazîbûn nîşan da.