Li dijî Ûkraynayê pêkanîn DYA’ê dibe bikevin dewrê

Li dijî Ûkraynayê pêkanîn DYA’ê dibe bikevin dewrê

Wezareta Karê Derve ya DYA’yê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Ukraynayê ku di navbera desthilatdarî û muxalefetê de gengeşî didome û da zanîn ku der barê Ukraynayê de ceza jî tê de hemû rêbaz dê bên nirxandin.

Li paytexta Kîev ya Ukraynayê duh polîsan xwest kampa xwepêşendêran a li qada serbixwe  rabike û piştî vê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku dibe li dijî vî welatî pêkanîn pêk bên. Berdevkê wezîrê karê derve yê DYA’yê Jen Psakî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku li dijî krîzê gelek rêbazî dinirxînin.

Wezîrê karê derve yê DYA’yê John Kerry, duh muxaleya polîs şermezar kiribû û gotibû ku ev bersiv ne tê qebûlkirin û ne jî li gorî demokrasiyê ye.

Çalakiyên sê hefte berê li Ukraynayê dest pê kir, di meha mijdarê de piştî hikûmeta Ukraynayê bi YE’ê re peymana bazirganiyê îmze kiribû, kurtir û belavtir bû.