Li dijî têkoşîna li hemberî nelirêtiyê rêvebernameya têkoşînê

Li dijî têkoşîna li hemberî nelirêtiyê rêvebernameya têkoşînê

Hikûmeta AKP'ê ku bi hinceta di operasyona nelirêtî û bertîlê de agahî nehatiye dayîn li qadên polîs û dadgeriyê dest bi operasyoneke mezin kir, bi guhertina rêvebernameyê re amîrên hêzên ewlekariyê yên emniyet û jendermeyan neçar dihêle ku di bûyerên edlî de amîrên îdarî agahdar bikin.

"Rêvebernameya li ser Jinûve Sererastkirina Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî" ya ku ji aliyê Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hundir ve bi hevkarî hat amadekirin, li Rojnameya Fermî hat weşandin û ket meriyetê. Li gorî guhertina di rêvebernameyê de hat kirin; Gotina Berpirsyarê Hêzên Ewlekariyê yê Edlî weke; Fermandar, amîr an jî berpirsyarê ji aliyê amîrê îdareya mulkî ya herî mezin a herêmî ve hatiye wezîfedarkirin, hat guhertin.

Di madeya 5. a rêvebernameyê de ku tê gotin, "Dozgerên Komarê, fermanên xwe yên der barê wezîfeyên edlî de, beriya her tiştî dide berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên edlî yan jî amîrên yekîneyên din ên wezîfeya hêzên ewlekariyê yên edlî dikin", gotina "Dozgeran" a di vê hevokê de wek "Serdozger" hat guhertin.

Di guhertineke girîng a rêvebernameyê de amîrên emniyet û jendermeyan neçar tên hiştin ku bûyerên edlî ji amîrên îdareya mulkî re ragihînin. Li gorî vê yekê pêkanîna nû ya li madeya 5. hat zêdekirin wiha ye: "Amîrê xwedî payeya herî bilind bûyerên edlî, yekser ji amîrê îradeya mulkî yê ku bi pêşîgirtina li sûc, pêkanîn û sererastkirina sîstema cemaweriyê berpirsyar e, radigihîne."

Madeya 6. a di Rêvebernameya Hêzên Ewlekariyê yên Edlî de hat guhertin jî wiha ye: "Hêzên ewlekariyê yên edlî, mikurhatin û giliyên der heqê sûcekî de jê re hatiye ragihandin; bûyerên dest danîne ser, kesên girtine û tedbîrên wergirtine yekser ji Serdozgeriya Komarê û amîrê herî payebilind ê hêzên ewlekariyê re radigihîne û di çarçoveya fermana dozgerê Komarê de ji bo ronîkirina kar, dest bi lêpirsînê dike."

Di heman rêvebernameyê de madeya 11. a dibêje "Serdozgerên Komarê di dawiya her salê de der heqê berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên edlî de raporeke nirxandinê amade dike û ji bo pêşkêşî amîrên sîcîlê bê kirin dişînin ji waliyên li bajaran û qeymeqamên li navçeyan" weke "Serdozgerên Komarê di dawiya her salê de der heqê berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên edlî de raporeke nirxandinê amade dike û ji amîrên mulkî re dişîne" hat guhertin.