‘Li dijî tecrîdê em berxwedanê geştir bikin’

Çalakiya li Strasboûrgê ya ji bo azadiya Ocalan a li pêşiya CPT û Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin di roja 53’emîn de ye. Îroj meş û mîtîng hate lidarxistin.

Çalakiya ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de bi daxuyaniya hevpar a 63 saziyan li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin, di roja 53’emîn de didome. Îroj meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Sibehê ji Elmanya, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê gelek kes bi otobusan hatin Strasboûrgê. Endamên Koma Sosyalîst a Parlementoya Ewropayê Josû Jûarîstî Araûz, Jûlîe Ward, Mîgûel Ûrban Crespo û serokê berê yê Koma Çep ê Parlementoya Ewrûpayê Francîs Wûrtz hatin serdana çalakvanan. Siyasetmedarên Ewropî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku divê heyetek biçe Îmraliyê.

Piştre jî bi sedan kes meşiyan heta pêşiya avahiya CPT’ê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê dan.

‘ÇALAKÎ BÊNAVBER EW Ê BIDOMIN’

Girseyê li pêşiya CPT’ê mîtîngek lidar xist. Çalakvana TJK-E’yê Nûrsel Kiliç di mîtîngê de axivî û bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê rexne kir.

Endama Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobetê Medya Botan jî axivî û got: “Heta ku li ser Rêbertiya me tecrîd hebe, em ê jî li vir bin. Wê çalakiyên me ne bi tenê nobeda li vir be. Em ê her dera Ewropayê bikin qada çalakiyan. Heta ku Rêber Apo azad bibe ew ê têkoşîna me bidome.”

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir di hevdînan de agahiyên şênber bi dest nexistine û heta ku CPT biçe hevdîtinê ew ê çalakiyên wan bidome.

Li ser navê Partiya Komunîst Yasmîna Chadlî û li ser navê Komîteya Dostaniyê ya Kurdan a Alsacayê Jacqûelîne Hûnertelen jî piştiriya xwe ya ji bo Kurdan diyar kir û dewletên Ewropayê rexne kir.