Li dijî tecrîdê çalakiyên malbatan didome

Malbatên girtiyan ên li Amed û Bakirkoyê, berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê didomînin.

Malbatên li Amedê faks ji Wezareta Edaletê re şandin û meşiyan. Malbatên li Bakirkoyê jî çûn pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê û meşek li dar xistin.

AMED

Li Amedê çalakiyên dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiyên mirinê de ne, di roja 22’emîn de didome. Dayik û xizmên girtiyan li pêşiya PTT’ya Yenîşehîrê hatin ba hev û faks ji Wezareta Edaletê re şandin. Dayik xwedî li daxwazên girtiyan derketin û ji Wezareta Edaletê xwestin ku bila tecrîda Îmraliyê were rakirin.

Polîsan bi wesayîtên zirxî dora postexaneyê girtin. Malbatan xwestin bimeşin Parka Koşûyolûyê. Polîsan malbat asteng kirin lê dayikan bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî piştgirî da dayikên girtiyan. Dayik piştre bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ heta pêşiya fabrîkaya ard a li hemberî Parka Koşûyolûyê meşiyan. Çalakiya rûniştinê ya li Rêya Koşûyolûyê didome.

STENBOL

Li Stenbolê jî malbatên girtiyan careke din xwestin biçin pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê. Malbat li ser rêya E-5’ê hatin ba hev. Ji xeynî parêzeran, gelek kesan jî piştgirî dan dayikan.
Dayikan xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin lê polîsan nehiştin. Dayikan jî biryar dan ku heta Qada Şîrînevlerê bimeşin. Di meşê de sloganên ‘Bijî Berxwedana Leyla’ berz kirin.
Malbat piştre çûn Rêxistina Navçeya Bahçelîevler a HDP’ê.

EDENE

Li Edeneyê jî çalakiya rûniştinê ya ku malbatên girtiyan li Parka Îsmet Înonu dabû destpêkirin, di roja 13’an de didome. Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî di nav de gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Polîsan dora dayikan girtin, ligel ku hewa gelekî germ bû, dayikan bi qasî saetekê çalakiya xwe domandin.

Dayika bi navê Nejla Kocaman bang li Wezareta Edaletê kir û got ku “Rakirina tecrîdê bi awayekî fermî eşkere bike. Çûyîna parêzeran a ji bo hevdîtinê hêvî da me, em bawer in em ê îroj nûçeyên xweş bibihîzin. Em naxwazin kes bimirin.”