Li dijî tecrîda Îmraliyê Nobetên Edaletê didomin

Malbatên girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobetên Edaletê domandin. Di nobetan de hat diyarkirin ku azadiya gel bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, didomin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di avahiyê Rêxistina DBP’a Mêrdînê de dane destpêkirin di roja 82’yemîn de berdewam dike. Çalakgerên nobetê stranên têkoşînê gotin û diruşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Ji kadroyên PKK’ê Ferhat Kurtay ê bi 3 hevalên xwe ve di dema cuntaya leşkerî ya sala 1980’an de di girtîgeha Amedê de li dijî îşkenceyê agir berdan bedenên xwe. Xwişka Kurtay Rabîa Kurtay daxwazên xwe dubare kirin. Kurtay anî ziman ku ew ji bo azadiyê nobetê digirin û wiha axivî: “Em dixwazin riya aştiyê vebe. Em dixwazin zarokên me werin berdan. Tim di girtîgehê de tên ragirtin. Ma doza çi dikin? Doza mafên xwe,  zimanên xwe dikin. Em ji tu kesê sedeqeyê naxwazin. Ev doza me ye. Em ji bo vê dozê di nobetê de ne. Em wekheviyê û mafên xwe dixwazin.”

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin di roja 116’emîn de berdewam dike.

Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut ê bi şandeya ji bo nobet û hilbijartinê bişopîne ji Almanyayê hatiye re serdana nobetê kirin. Şande di serdanê de daxwazên xizmên girtiyan guhdar kirin û piştevaniya xwe anî ziman.  

Xizmên girtiyan di nobetê de xwestin zextên ser girtîgehan bi dawî bibin û anîna ziman ku ew ê nobeta xwe bidomînin. Nobet bi berzkirina diruşma “Bê Serok jiyan nabe” dom kir.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên DEM Partiyê yên Êlihê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî serdana nobetê kirin.

Dayik Safure Akin a çalakiyê didomîne anî ziman kurê wê Yunus Akin ê di Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Samsûnê de tê ragirtin, ji mehekê zêdetir e, di bin tecrîdeke giran de ye û diyar kir ku rastî tundiya fîzîkî tê. Akin da zanîn ku girtiyên siyasî rastî muameleyên cuda tên, ji raya giştî re banga hestiyariyê kir û wiha got: “Kurê min her cara ku li me digere dibêje ku, ‘Gefa mirinê li me dixwin. Xwedî li me derkevin’.”

STENBOL

Nobeta Edaletê di roja 110’emîn de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Beylikduzu, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) serdana Nobeta di avahiyê Rêxistina Sûltangazî ya DEM Partiyê de tê domandin, kirin.

Di serdanê de aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkale bal kişand ser tecrîda girankirî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û wiha got: “Heta ku tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê şikandin û azadiya wî ya fizîkî neyê pakanîn, dê tu kes azad nebe.”