Li dijî Sûriyê êrîşên hewayî dikarin destpê bikin
Li dijî Sûriyê êrîşên hewayî dikarin destpê bikin
Li dijî Sûriyê êrîşên hewayî dikarin destpê bikin
Li Sûriyê piştî êrîşa ku herî kêm 350 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 3 hezar û 600 kes birîndar bûn, ku tê îdîakirin çeka kîmyewî hatiye bikaranîn DYE, Îngilîstan û Fransa xwe amade dikin ku bêyî biryara Neteweyên Yekbûyî ji hewa ve êrîşî Sûriyê bikin.
Îngilîstan, DYE û Fransa ku der barê şerê navxweyî yê Sûriyê de, heta niha ji dîplomasiya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber gefa veto ya Rûsya û Çînê encam bi dest nexistine, bi bayê îdîaya çekên kîmyewî hatiye bikaranîn, xwe amade dikin bi awayekî yekalî dest li pirsgirêka Sûriyê werdin.
Şeva Şemiyê Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Barack Obama, bi qasî 40 deqeyan bi telefonê li gel hev axivîn. Di axaftinê de êrîşa hewayî ya li dijî tesîsên stratejîk ên rêveberiya Beşar Esad hat nîqaşkirin. Heman mijar di axaftina navbera Cameron û Serokkomarê Fransayê Francois Hollande de jî hat rojevê.
Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Wîllîam Hagûe di daxuyaniya xwe de bal kişand ser axaftinên li ser bikaranîna çekên kîmyewî. Hagûe diyar kir ku ewê di sedsala 21'an de destûrê nedin bikaranîna çekên kîmyewî û anî ziman ku ew dixwazin nîşan bidin ku heta bersiveke cidî di vê mijarê de neyê dayîn, kes nikare xwe ji vê rewşê rizgar bike.
Daxuyaniyên Hagûe, ji bo destwerdana hewayî ya yekalî ya Îngilîstan, DYE û Fransayê, weke nîşaneya herî xurt û berçav tên qebûlkirin.
Serokê Fermandariya Giştî ya Îngilîstanê Nîck Hoûghton jî bi fermandarê leşkerî yê DYE li Rojhilata Navîn General Llod Aûstîn re wê îro hevdîtinek bike. Tê payîn di hevdîtina îro ya berê hatibû plankirin de, çarçove û hedefên êrîşa hewayî ya li dijî Sûriyê werin nîqaşkirin.
Destûra rejîma Beşar Esad a ji bo pisporên Neteweyên Yekbûyî ya ji bo lêkolînkirina herêma mijara gotinê, pêşî li van her sê welatan negirt. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE de ji bo gava Şamê gotina "gelekî biçûk û gelekî dereng" hat bikaranîn û hat ragihandin ku destûrnedayîna 4 rojan nîşan dide ku hewl hatiye dayîn hin tişt werin veşartin.
Tê gotin, mijar wê di hevdîtina navbera Cameron û Obama ya çend rojên din de bê nirxandin û biryarên der heqê êrîşên hewayî de di vê hevdîtinê de werin dayîn.
Payebilindekî Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê daxuyanî da rojnameya The Independent û diyar kir ku destwerdana leşkerî di nava alternatîfan de ye û anî ziman ku ewê di vê mijarê de hewl bidin erêkirina Neteweyên Yekbûyî werbigirin, lê ewê destûrê nedin rejîma Şamê ku bi bikaranîna Neteweyên Yekbûyî re xwe ji bersivdayînê rizgar bike.
RÛSYA HIŞYAR KIR
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, di mijara gavên Washingtonê yên li dijî lîderê Sûriyê Beşar Esad ên bi îdîya çekên kîmyewî biavêjin de, hişyar kir ku şaşiyên berê dûbare neke.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de weha hat gotin, "Ev hemû hewldan, pêkanînên beriya 10 salan tînin bîra mirovan. DYE, çekên kîmyewî ji xwe re kiribû sedem û bi bypasskirina Neteweyên Yekbûyî re li dijî Iraqê operasyon pêk anîbû. Encamên wê jî diyare."
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî, ji bo rêyeke şaş bidin pêşiya pisporên Neteweyên Yekbûyî hatine kirin û got, "Em careke din bang dikin ku şaşiyên berê hatin kirin, neyên dûbarekirin. Divê destûr ji gaveke huqûqa navneteweyî binpê bike, neyê dayîn."
Rûsyayê hişyarî da ku hewldaneke yekalî ya li dijî Sûriyê, wê hemû hewldanên çareseriyê yên dîplomatîk û siyasî bêwate bike û bibe sedem ku ev krîz li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bibe û destnîşan kir ku divê lez ji 2. Konferansa Cenevreyê re bê dayîn.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, "Divê lîderê Sûriyê Esad di mijara hevdîtinan de bê qanihkirin. Pêwîste hevkarên me yên DYE û Ewropî bibîn ku destwerdaneke leşkerî li dijî rejîma Sûriyê, wê bandoreke çawa ya giran li cîhana Ereb û tevahiya alema Îslamê bike."