Li dijî standa HDP’ê ya li Dîlokê provakasyon
Li Dîlokê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Qada Demokrasiyê standek vekirin. Li ser êrîşên provakator ên ciwanên AKP’ê û MHP’ê stand hate rakirin.
Li Dîlokê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li Qada Demokrasiyê standek vekirin. Li ser êrîşên provakator ên ciwanên AKP’ê û MHP’ê stand hate rakirin.
Komeke ciwanên faşîst ên AKP-MHP’ê hewl dan êrîşî standa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Qada Demokrasiyê ya navenda bajarê Dîlokê hate vedan bikin.
Ciwanên AKP’ê yên ku dîtin Meclîsa Ciwanên HDP’ê stand vedane, standa ku wan jî vedabûn anîn nêzî standa HDP’yiyan danî û bû sedam nakokiyan. Dema ku ciwanên HDP’ê xebatên xwe bi awayekî asayî bi rê ve dibirin, komeke cianên MHP’yî bi dirûşim nîjatperest û alan xwestin êrîşî HDP’yiyan bikin. Ciwanên HDP’yî guh nedan provakatîfan û govend gerandin.
Koma AKP-MHP’yî ku temenê wan di navbera 13-15’an de, bûn yek û bi awayekî giştî dest bi heqaret û dijûan li HDP’yiyan kirin. HDP’yî li dijî heqaret û dijûnan standa xwe neberdan. Dema ku ciwanên AKP-MHP’ê li qadê kom bûn, rêveberên HDP’yî û ciwanên HDP’ê ji bo bûyer mezin nebe, standa xwe rakirin.