Li dijî Serokkomarê Fransa kampanyaya îmzeyan a ‘Kobanê’
Li dijî Serokkomarê Fransa kampanyaya îmzeyan a ‘Kobanê’
Li dijî Serokkomarê Fransa kampanyaya îmzeyan a ‘Kobanê’
Koordînasyona Piştgiriya Navneteweyî û ya Kurdistanê (CNSK) ku ji organîzasyonên Kurd û Fransa pêk tê ji bo tavilê Serokkomar Françoîs Hollande bikeve tevgerê kampanyaya îmzeyan destpê kirin.CNSK ji bo hêzên di parastina Kobanê de çek xwestin.
CNSK ku ji dehan organîzasyonên di nava wan de Komeleya Piştgiriya Kurdistan-Fransa, Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partiya Antî-Kapitalîst (NPA) û Konseya Demokratîka Kurd a Fransa jî cih digirin li ser adresa "Change.org" kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin.
Di mîtinga kampanyayê ya ku xîtabê Serokkomarê Fransa dike, dorpêç û berxwedana li Kobanê hat vegotin û bal kişandin ser êrîşên bi tang, wesayîtên zirxî û topên hewanan.
CNSK bal kişand ser rêveberiya xweser a ku Kurdan li Rojava xistiye meriyetê û diyar kir bi parastina etnîk û civakên olî ên cuda li gel wekheviya jin-zilam weke “çavkanî demokrasiyê” bi nav kir.
CNSK êrîşa 3 Tebaxê li hemberî Şengalê û korîdora ku hêzên YPG’ê vekirin vedibêje û diyar kir ku Fransa li rex Kurdên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dijî DAIŞ û hêzên Iraqê cih digire.
CNSK got: “Fransa neteweyekî mezin e. erka wê ya di 100’mîn qirkirina Ermeniyan de pêşîgirtina dîrokek din a reş ku vebe û parastina mafan heye.”
Di metna kampanyaya îmzeyan de ji Serokkomarê Fransa daxwaza “li rex Kurdên li Sûriyeyê cih bigire” û banga tavilê van biryaran bigire hat kirin: “ji bo Kurdên di parastina Kobanê de radestkirina çekên modern”, “îmhakirina çekên di destê cihatçiyan (DAIŞ) de”, “ji bo civakên eleqedar alikariyên însanî kirin” hat kirin.
CNSK weke din xwest ku piştgiriya hemû hewldanên siyasî ên di çarçoveya NY de hedef dikin hemû çavkaniyên xwedîkirina DAIŞ tune bikin û bi dawîbûna tundiyên li vê herêma cîhanê teşwîqkkirna çareseriya siyasî xwest.
Organîzasyonên di bin banê CNSK de cih digirin wiha ne: “Amis du Peuple Kurde en Alsace, Amitiés Kurdes de Bretagne (AKB), Amitiés Kurdes de Lyon Rhône-Alpes, Association Iséroise des Amis des Kurdes (AIAK), Association de Solidarité France-Kurdistan (FK), Centre d’Information du Kurdistan (CIK), Conseil Démocratique Kurde de France (CDKF), Mouvement de la Jeunesse Communiste de France, Mouvement de la Paix, MRAP (Mouvement contre le Racisme et pour l’Amitié entre les Peuples), Nouveau Parti Anticapitaliste (NPA), Parti Communiste Français (PCF), Solidarité et Liberté (Marseille), Union Démocratique Bretonne (UDB).