Li dijî partiya maşik a Erdogan helwest
AKP piştî Fransa û Hollandayê niha dixwaze li Elmanya jî bikeve hilbijartinê. Li dijî vê partiyên siyasî û medyayê helwesteke tund nîşan da.
AKP piştî Fransa û Hollandayê niha dixwaze li Elmanya jî bikeve hilbijartinê. Li dijî vê partiyên siyasî û medyayê helwesteke tund nîşan da.
Partiya piyon a AKP’ê ya li Elmanya Yekîtiya Demokratên Elman (ADD) ku 24’ê Îlonê wê tevlî hilbijartina giştî ya federal bibe, di propagandaya hilbijartinê de gotinên Erdogan û wêneyên wî par ve kiribûn.
Di pankartên hilbijartinê de yên li eyaleta Vestfalya Rena Bakur wêneyên Erdogan hebûn û banga Erdogan ku digot ‘deng bidin partiyên dostên Tirkan’ dubar kiribû.
PIŞTÎ NASKIRINA QIRKIRNA ERMENAN HATIBÛ AVAKIRIN
Cara yekê ye ku li Elmanya di hilbijartinê de bi gotinên rêveberê welatekî dî propaganda tê kirin, vê rewşê di çapemeniya Elman de cihê xwe dît.
Di kovara Sternê de nûçeyek hebû û pirs hatibû kirin bê ka ‘Erdogan hewl dide ku dest di hilbijartina Elman werbide’. Di nûçeyê de gotinên Erdogan ên beriya bi çend hefiyan yên li dijî partiyên destilatdar CDU û SPD, Keskan ku weke ‘dijminê Tirkiyê’ bin ragihandibû, hate bibîrxistin ku ev partî Hezîrana 2016’an piştî ku Qirkirina Ermenan li meclîsa Elman hate nasîn, hatiye avakirin.
DIVIYA ERDOGAN DI WAN AFÎŞAN DE NEBA
Rêveberê herêma Dûîsburg-Neumûhlê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (CDU) Frank Heîdenreîch ji rojnameya Bîldê re axivî û got ADD bi dîtbariyeke qelp propagandaya hilbijartinê dike.
Rêveber bal kişande ser siyaseta Erdogan a populîst û got Erdogan ê ku heqaretê li hikûmeta Eman dike di heman demê de ziyanê dide entegrasyona Tirkiyeyîyan jî. Rêveber got, ‘’Diviya Erdogan di afîşên hilbijartinê de neba’ û ji bo ku serokdewletên dewletê biyan li derveyî kampanyaya hilbijartinê ya Elmanya bimînin.
‘DIVÊ ZÊDETIR BI TIRKIYEYIYAN RE TÊKILDAR BE’
Siyasetzan Îsmaîl Kupelî, yê pisporê Tirkiyê jî ji Bîldê re axivî û got, piraniya hilbijêrên Elman ADD’ê û namzetê wan nas nakin. Kupelî got bi afîşên hilbijartinê plan ew e ku hilbijêrên deng dane Erdogan bi dest bixin û got ne pêkan e ADD jiyana siyasî ya Elman tevlîhev bike. Kupelî li gel vê jî diyar kir ku divê partiyên siyasî yên Elman bi Tirkiyeyiyan re zêdetir têkildar bin.
JI SED HEZARAN HILBIJÊRAN TENÊ DESTEKA 12 HEZAR KESÎ STANDIBÛ
Ev partiya maşik ku herî dawî tevlî hilbijartina Parlamentoya Eyaleta NRW’ê bûyî, li eyaletê ku bi sed hezaran hilbijêrên Tirkiyeyî lê hebûn tenê 12 hezar û 700 deng standibû.
Partiyeke dî ya maşikê Erdogan a bi navenda Strasboûrgê PEJ (Partiya Hiqûq û Wekheviyê) jî tevlî hilbijartina Fransayê bûbû. Lê vê jî li herêmên ku koçberên Tirkiyeyî pir lê bûn tenê bi sedan deng standibû.