Li dijî navenda polîsan êrîşa bi wesayîta bombebarkirî

Li hemberî navendeke polîsan a li Sûltanbeyliyê êrîşek hat kirin. Di êrîşa ku tê gotin bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin de 3 polîs, 7 sivîl birîndar bûne. Li hemberî polîsên ji bo lêkolînkirinê hatin cihê bûyerê, êrîşeke duyemîn rû da.

Li Sûltanbeylî ya Stenbolê duh bi şev saet di 01:00 de li hemberî Amîriya Polîsan a Fatîhê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşa li hemberî avahiya ji 3 qatan a li kolana Petrol Yolû de li qereqola ku qatê wê yê jor weke lojman tê bikaranîn, xisareke mezin rû da.

Ji ber şewata piştî êrîşa bombeyî beşeke avahiyê hilweşiya. Li hin mal, kargeh û wesayîtên li dora avahiyê jî xisar rû da.

Di encama lêkolînên hatin kirin de derket holê ku êrîş bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin. Li gorî vê yekê, di wesayîta bombebarkirî ya nêzî navenda polîsan bû, teqînê rû da. Di teqînê de kesê di hundirê wesayîtê de mir.

Di daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê de hat gotin, "Di 10'ê Tebaxe saet di 01:00 de li hemberî Amîriya Navenda Polîsan a Fatîhê ya li navçeya Sûltanbeyliyê, li gorî tespîtên tespêkê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encamê de 1 alîkarê komîser, 2 polîs û 7 welatiyên me bi sivikî birîndar bûne. Der barê bûyerê de xebat û lêkolînên berfireh dewam dikin."

3 polîs û 4 kesên birîndar piştî tedawiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Sûltanbeyliyê ji nexweşxaneyê derketin.

LI HEMBERÎ POLÎSÊN LÊKOLÎN DIKIRIN ÊRÎŞ

Polîsên ku cihê bûyerê bi şerîda emniyetê û bendan girtin, dest bi lêkolînê kirin. Lê belê di vê kêliyê de li hemberî polîsên lêkolîn dikirin êrîşa duyemîn pêk hat. Li ser polîsan gule hat reşandin. Di gulereşandinê de kesek ji milê xwe birîndar bû.

Piştî êrîşa bombeyî, komek ji faşîstan li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê civiya û kevir avêt avahiyê. Ji ber vê êrîşê avahiya partiyê zerar dît.