Li dijî meşa Parêzvanên Mafê Mirovan astenga polîsan
Li dijî meşa Parêzvanên Mafê Mirovan astenga polîsan
Li dijî meşa Parêzvanên Mafê Mirovan astenga polîsan
Endamên Şûbeya İHD’a Stenbolê di çerçeveya çalekiyên Hefteya Mafê Mirovan de meşa ku xwestin pêk bînin ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.
Endamên Şûbeya İHD’a Stenbolê di çerçeveya çalekiyên Hefteya Mafê Mirovan de li Meydana Tunela Bayoglu ku xwestin heya Meydana Galatasaray bimeşin ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin. Meşa endamên İHD’ê ku pankarta li ser “Ji bo aştiyê azadî, meşa wekhevî û edaletê” nivîsî piştî ku li rasta barîkata ekîbên hêzên çevîk hat şûnde rayedarên emniyetê ji Serokê Şûbeya İHD’a Stenbolê Ûmît Efe re gotin ku ewê destor nedin meşê. Efe ku nerazîbûn nîşanî vê rewşê kir di serî de 1’ê Gûlanê li Tirkiyê ku gelek çalekiyên demokratîk hatine qedexe kirin bi bîr xist ku Tirkiye ji aliyê DMME’ê hatiye ceza kirin û diyar kir ku astenga pêk aniye ji dervey zagonê ye.
Endamên İHD’ê demek dirêj di ser barîkatê de meşiyan xwestin meşa xwe dewam bikin. Parêzvanên mafê mirovan ku dirûşmeyên weke “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê binbêxwe”, “Dewleta kujer wê hesab bide” qêriyan şûnde bi protesto kirina astengiyê demek dirêj çalekiya rûniştinê pêk anîn. Efe diyar kir ku li welatekî li taxan cinayet, kuştinên ji aliyê TOMA ve û bi karanîna gazan lê hatiye rewa kirin bêdeng nabin û bal kişande ser ku ewê tekoşîna xwe berdewam bikin.
parêzvanên mirovan ku nêzikatiya polîsan demek dirêj bi çalekiya rûniştinê protesto kirin şûnde çalekiya xwe bi dawî kirin.