Li dijî Komkujiya Sêwasê milîsên HBDH'ê çalakî li dar xistin

Milîsên Mûhlîs Akarsu yên HBDH’ê bi armanca tola Komkujiya Sêwasê werbigirin li dijî polîs û notirvanên Tirk çalakiyek li dar xist.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Mûhlîs Akarsu yên HBDH’ê de wiha hat gotin: "Di 29'ê Hezîrana 2022'an de di derdora seat 01.30'an de li ketina Stenbol/Seyrantepe/500 Evler li dijî komeke ji 3 notirvanan a ku li ser piyan nobetê digirtin, çalakiya çekdarî hat lidarxistin. Di çalakiyê de notirvanek ketibû erdê, lê çarenûsa wî nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê hejmareke zêde polîsên tevgera taybet hatin sewqkirin."

'POLÎS Û NOTIRVANÊN ÎRO BERPIRSYARÊ KOMKUJIYA SÊWASÊ NE'

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin:

"Kesên ku îro notirvan, polîs, faşîst û hemû pêkhateyên dewletê ne 2'ê Tîrmeha 1993'an plan kirin. Li hemberî têkoşîna gelan a bi salan e, dewleteke bêrûmet û kujer heye. Yên ku wê rojê li Madîmakê di destê wan de bîdonên benzînê heyî canê me şewitandin, li kolanan digeriyan. Ew kujer îro bi desthilatdariya faşîzma AKP-MHP’ê xwe berdewam dikin.”

'EM Ê LI HER DERÊ BIN’

Koma notirvanên ku em bi çalakiyên xwe wan ceza dikin, ev notirvan li kolanan zilmê li gel dikin, li karker û bindestan dixin. Ger îro li dijî gelê me, Elewî û Kurdan hewldaneke qetlîamê bê kirin, yên ku benzînê, çek û bombeyan li qatilên faşîst belav dikin, notirvan û polîs in. Ji ber vê sedemê heta em nebêjin qediya li vî welatî qet qetlîam bi dawî nabe. Em ê her roj hesabê Sêwasê bipirsin! Em ê her roj canên xwe yên şewitî û bûne semah bi bîr bînin. Em ê her roj bi we re rû bi rû bên û hesabê kesên ku we kuştine bipirsin. Em ê li otobusa ku hûn tê de ne, em ê li dikana ku hûn bikevinê bin, li ku derê bin, em ê li dû we bin! Di her kêliyê de hûn ê hesabê qetlîama 2’ê Tîrmehê bidin!”