Li dijî komeleya ATIGF êrîşa faşîstan

Li dijî komeleya ATIGF êrîşa faşîstan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dijî komeleya Fedarasyona Ciwanên Karker ên Tirkiyeyî yên li Awûstûryayê (ATIGF) êrîşeke komên faşîst rû da.

Duh danê nîvro, komek nêzê 40 kesan li dijî Fedarasyona Ciwanên Karker ên Tirkiyeyî yên li Awûstûryayê (ATIGF) êrîşek pêkanîn. Kesên di komeleyê de û penaberên li derdorê nerazîbûn nîşan dan. Di encama pevçûnan de kesekî Awûstûryayî birîndar bû. Piştî bûyerê polîsan mudaxele kirin û gelek ji endamên komê girtin binçavan.

Li dû bûyerê gelek komele û endamên wan piştgiriya xwe ji bo komeleyê anîn ziman. Îro wê saet di 17.00’an de li Viktor Adler Mark’ê xwepêşandaneke protestoyî were lidarxistin.