‘Li dijî hêza sermayeyê ya li pişta desthilatdariyê têbikoşin’

HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP û TOP li dijî bihabûnê û zemên ku her roj tên kirin daxuyaniyek hevpar dan û gotin: "Li dijî hêza sermayeyê ya li pişta desthilatdariyê têbikoşin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Malên Gel (Halkevlerî), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) bi dirûşmeya "Em ê tişta ku heqê me ye bistînin! Bila hemû heqdest bên zêdekirin!" li Îskeleya Kadikoyê têkildarî bihabûnê û zemên her roj tên kirin daxuyaniyek hevapr dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em ê tişta ku heqê me ye bistînin! Bila hemû heqdest bên zêdekirin!" nivîsandî hat vekirin. Gelek çepgir-sosyalîst, nûnerên partiyên siyasî û kedkar tev li daxuyaniyê bûn.

Li ser navê pêkhateyan Seroka EMEP'ê ya Stenbolê Sema Barbaros metna daxuyaniyê xwend. Barbaros diyar kir ku kedkar û karker her roj bi zemên nû re rû bi rû dimînin û bal kişand ser fiyetên ceryan, gazê, zexîre, bac û hwd. Barbaros got: "Xizaniya gel her diçe zêdetir dibe."

Barbaros di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev pergal û desthilat ji xeynî pêşerojeke ku ji zengînan re reqorên qezencê û ji kedkaran re jî meaşên xizaniyê tu tiştî berpêşî civakê nake û got: "Birçîbûna kedkaran zêde dibe, lê tekane nûnerê sermayeyê Erdogan û rêvebiriya wî ya yekzilamî jî ketiye etra tijekirina qaseyên kapîtalîst, rantxur û zengînan."

Barbaros di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser gotinên Serokomarê AKP'î Erdogan ku tim dibêje "kesekî birçî tune ye" û got: "Lê 25 milyon mirov di biniya sînorê birçîbûnê de li ber xwe didin."

Barbaros destnîşan kir ku ji daneyan jî diyar e ku her diçe xizanî kûrtir dibe û got, şert û mercên xebat û jiyanê yên gel bi polîtîkayên rêvebiriya "yekzilamî" û tifaqa cumhûrê her diçe xirabtir dibin û got: "Budçeya tê terxankirin jî ne ji bo kedkaran ji bo şer tê terxankirin."

Barbaros di dawiya daxuyaniyê de bilêv kir ku ji bo daxwazên wan pêk bên divê çîna karkeran û kedkar bibin yek û bi awayekî rêxistinbûyî bitêkoşin û got: "Em bang li hemû kedkaran dikin li hemberî desthilatdarê û hêza sermayeyê ya li pişta desthilatdarê bitêkoşin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.