Li dijî hewldana provokasyona li Berlînê daxuyanî
Li dijî hewldana provokasyona li Berlînê daxuyanî
Li dijî hewldana provokasyona li Berlînê daxuyanî
Komekê bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê kirin bihane û dixwazin îro li ber komeleya Kurdan a li paytextê Almanya Berlînê mitîngekê li dar xin. Li dijî mitîngê Meclisa Gelê Kurd a li Berlînê banga “Li hember kesên li pey provokasyonan hişyar bin” kir.
Meclisa Gelê Kurd a li Berlînê bal kişand ser ku gelê Rojavayê Kurdistanê di bin banga Desteya Bilind a Kurd de hatiye gel hev. Da diyarkirin ku, xaka Kurdan li hember artêşa Esad, çeteyên di nava Artêşa Azad û êrîşên ji aliyê Tirkiye ve hatin û tên diparêze. Meclisa Gelê Kurd a Berlînê destnîşan kir ku, kesimên ji vê nerihet dest bi êrîşan kirine, her wiha bal kişand ser hewldanên provokasyonên li Berlînê. Daxuyaniya nivîskî a Meclisê wiha ye:
“Hinek komên biçûk ên Kurd û Ereb ku berjewendiyên wan zirar dîtin û tehemula azadiya gelan nakin, her roj li Rojavayê Kurdistanê li pey provokasyon, êrîş û antîpropagandayên cuda ne. Li Berlînê jî ji bo berdewama van provokasyonan dê li Berlîn-semta Wedding rêya Burgsdorfstr, li dijî komeleya Kurdan, îro di demjimêr 17:00’an de dê mitîngek li ber komeleyê were pêkanîn.
Pir zelal xuya ye ku ji bilî provokasyonan çi armancên van kesimên marjînal tune ye. Eger protesto dê çêbibin bila li hemberî dijmin werin kirin, ne li hemberî gelê xwe. Em ê cara yekem li Berlînê bibin şahidê tiştek wisa. Nizanim ev belengaz çi ji komeleyê dixwazin. Em ji wan re pêşniyar dikin; li Berlînê sefaret û konsolosên Sûriye-Ereb-Tirkiye hene, pêwîst e dest ji dijminahiya gelê xwe berdin. Dijmin li holê ye bila li hemberî dijmin xwepêşandan bikin.
Bibîrxist ku gelê me dê cih nede van cure provokasyonan. Em bang li Kurdistaniyên ku li Berlînê dijîn dikin neyên vê û van cure provokasyonan. Em bang li polîsê Berlînê jî dikin ku destûrê nede van provokasyonan. Di heman demê de em bi bîr dixin ku, li gorî makezagona Almanya ya zagona “volksverhetzung”(teşwîqkirina serhildanê) sûc e.”