Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, bangên “Tolhildanê” yên ku piştî çalakiya bombeyî ya li Beşîktaşê ji hêla hikûmetê hat kirin bi bîr xist û pirsî, “Qesta we ya ji tolhildanê ev e?” Bîlgen ji bo pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn a pêşkêşî meclîsê hatiye kirin jî got, “Erdogan dixwaze domahiya jiyana xwe Serokkomar bimîne.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan li navenda giştî ya partiyê kom bûn. Di civînê de ji bilî operasyonên ku îro bi ser partiya wan de hatî, pêşnûmeya guhertina Destûra Bingehîn a ku îro bi hevkariya AKP-MHP’ê pêşkêşî meclîsê hat kirin û bûyerên dawî yên siyasî hatin nirxandin.
Berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen piştî civînê daxuyanî da.
Bîlgen wiha axivî;
“Tevî ku di saetên destpêkê yên çalakiya bombeyî de me daxuyaniya şermezarkirinê da jî têkîldarî êrîşa li Beşîktaşê li dijî partiya me kampanyayek lîncê tê meşandin. Eger daxuyaniya me ya şermezarkirinê qasî ku heq dike di çapemeniyê de cih nagire, ev jî hêza zexta li ser çapemeniyê nîşan dide. Wezîfeya siyasetê ne tenê li dijî mirinan daxuyaniya şermezarkirinê ye. Berpirsiyartiya siyasetê ew e ku garantiya ewlehiya canê her kesî bide û têkîldarî pirsgirêkan jî li gor rêgezên dewleta hiqûqê meşandina lêpirsînek bi bandor e. Hê ji ser çalakiyê çend deqe neçûye, dest pê kirin ku ev çalakî hewldaneke ku dixwaze serokdewletiyê asteng bike. Nayê qebûlkirin ku jiyana mirovan ji bo qoltixekê ewqasî bikin amûrek.
‘DORPÊÇ DIDOME’
Piştî vê êrîşê, gotinên li dijî partiya me bi kar hatî û gotina ‘tolhildanê’ jî nîşan dide ku bê em di atmosferek çawa de dijîn. Ev wêne îro ber bi danê sibehê ji Rêxistina me ya li bajarê Stenbolê hatiye kişandin. Hê jî dorpêç didome. TOMA’yan heta ber deriyan xwe kişandine. Nahêlin ku hevalên me yên hundir daxuyaniyek çapemeniyê bidin û vî dîmenî îzah bikin. Nahêlin parlamenterên me jî bikevin hundir. Ev dîmen ma gelo ti eleqeya xwe bi dîtina failan heye? Tê çi wateyê ku hêzên ewlehiyê li odeyek partiya me nivîsan dinivîse? Qesta we ya tolhildanê ev e?”
BÎLANÇOYA BINÇAVKIRINÊ
Bilgen têkîldarî bîlançoya operasyonên dawî jî got li Stenbolê 19, li Edeneyê 23, li Mêrsînê 54, li Enqereyê 16, li Manîsayê 3, li Îzmîrê 5, li Colemêrgê 2, li Dîlokê 30, li Kayseriyê 15 û li Rihayê jî zêdetirî 100 kesî, heta niha bi giştî 237 kes hatine binçavkirin.
Bîlgen ev ragihandin, “Bi van hejmaran ku me dayî esas nîşan dide ku di van du salên dawî û bi taybet ev sala dawî çawa helwesta li dijî partiya me û rizgarkirina serokdewletiyê ketiye zik hev. Ji 22’yê Tîrmeha 2015’an û vir ve 7 hezar 432 kes hatin binçavkirin. Tevî hevserokên me û parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan, rêveberên partiya me û endamên me 2 hezar û 345 kes hatine girtin.”
SPAZMA DİL Bİ DEMÎRTAŞ RE ÇÊBÛ
Bîlgen da xuyakirin, ku li girtîgehê spazma dil bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re çêbûye.
Bîlgen got, "Roja Şemiyê li girtîgehê spazma dil bi Birêz Demîrtaş re çêbûye. Em ji rewşa tenduristiyê ya Hevserokê xwe bi fikar in.
Tevî ku raporên Demîrtaş hene, ku nîşan didin; berê jî nexweşiya dil pê re çêbûye, ji derfetên tedawiyê bêpar tê hiştin.
Ji bo mûayeneya Demîrtaş li nexweşxaneyekê ji aliyê doktorên bêalî ve bê kirin, em ê serî li Yekîtiya Bijîşkan bidin."