Li dijî êşkenceya polîsan a Wanê ya li qehwê gilih hate kirin

Li Wanê polîsên Tirk li qehweyê êşkence li kesekî kirin, ku tê gotin ew kes bi nexweşiya şîzofreniyê bûye. Li dijî vê êşkenceyê gilih hate kirin.

Li Wanê dema çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya rejîma Tirk a li ser şaredariyên Kurd polîsên Tirk êşkence li kesekî bi nexweşiya şîzofreniyê kirin. Ev bûye mijara darazê.

Piştî ku dîmenên êşkeneyê li ser medyaya sosyal belav bû Baroya Wanê bi bi navbeynkariya Pz. Mahmût Kaçan û Pz. Hamza Çîftçî gilih kir.

Baroya Wanê xwest polîsên ku êşkence kirine werin girtin û tevdîra destgîrkirinê li ser wan were danîn.

Polîsên Tirk li Kuçeya Hunerê ya Wanê êşkence li kesê bi navê Firat Koç kiribûn.