Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misirê

Mecdî El Kurdî û çend kesayetên din ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, daxwazname dan Serdozgeriya Giştî ya Misirê.

Şêniyên Misirê li dijî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misirê. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku ji ber sûcên şer ên Erdogan divê li hemberî wî helwest were nîşandan.

Mecdî El Kurdî û çend kesayetên din di daxwaznameyê de diyar kirin ku Erdogan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar tîne û ji ber van çekên qedexe gelek sivîl tên qetilkirin.

Di daxwaznameyê de belgeyên bikaranîna çeka fosforê hate pêşkêşkirin. Ev çek di qanûnên navneteweyî de bikaranîna wê qedexe ye.

Di daxwaznameyê de hate gotin ku “Erdogan têkiliya wî bi komên terorîst ên Birayên Misilman heye. Vê koma Birayên Misilman di qanûnên Misirê de hatine qedexekirin. Erdogan piştgiriyê dide komên ku xisarê didin Misirê jî.”