Li dijî Ebola du derziyên nû hatin peydakirin

Li dijî Ebola du derziyên nû hatin peydakirin

Li dijî vîrûsa Ebola ya gefê li jiyana bi deh hezaran mirovên li welatên Rojavayê Afrîkayê dixwe, derziyên nû hatin peydakirin. Hikûmeta Qanadayê da xuyakirin ku derziyên beriya niha hatine çêkirin, ji navenda Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya li Cenevre re hatine şandin.

Vîrûsa Ebola ji meha Adarê û vir ve di serî de li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê, li gelek welatên Rojavayê Afrîka, DYA, Spanya, Fransa û Norwêcê belav bûye. Li gorî WHO, heta niha zêdeyî 9 hezar kes bi şewba ji ber vîrûsa ebola ketine û ji van kesan jî 4 hezar 555 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya ji aliyê WHO ve hat dayîn de hat diyarkirin ku derziya bi navê VSV-EBOV a li Qanadayê li dijî Ebola hatiye çêkirin, di tecrûbeyên li ser heywanan hatine kirin de encamên erênî bi xwe re aniye. Di adxuyaniyê de hat ragihandin ku derziya li dijî ebola di asta ceribandina li ser mirovan de ye û wê di demeke nêz de biryar bê dayîn ku bi çi rengî were belavkirin û bikaranîn.

Hatibû ragihandin ku derziya VSV-EBOV a li Qanadayê hat amadekirin di meha Tebaxê de temam bûye, lê belê ji ber mijarên lojîstîk û etîk hînê zelal nebûn, şandina ji Afrîkayê dereng ketiye. 800 derziyên ku hînê li laboratûvareke li Qanadayê ye, tê payîn ku ji îro û pê ve bi 3 beşan ji navenda WHO ya li bajarê Swîsre Cenevreyê re bên şandin.

Derziya ku mafê wê yê bazarê aydî kargeha Amerîkî ya bi navê NewLink Genetics e, nayê zanîn ku wê bi giştî ji bo çend nexweşan bê bikaranîn.

Kargeha dermanan a bi navê GlaxoSmithKline ya navenda wê li Brîtanyayê ye jî da xuyakirin ku ji lêkolînên wan ên li ser derziya li dijî ebola encam derketiye û derziya hatiye hilberandin wê necamên wê yên textê îsal diyar bibin. Kargehê diyar kir ku eger ev derzî encameke baş bide, wê ji destpêka sala 2015'an û pê ve were bikaranîn.

Li aliyê din, Civîna Bilind a Tenduristiyê ya Cîhanê ku duh li paytexta Elmanya Berlînê destpê kir wê heta sibê dewam bike. Zêdeyî hezar pisporên ji rêxistinên zanistî, polîtîka û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûne û li ser şewba ebola radiwest in.