Li dijî Civîna Bilind a G20'an banga ji bo çalakiyên protestoyî

Li dijî Civîna Bilind a G20'an, ku wê di meha Tîrmehê de li Hambûrgê bê lidarxistin, amadekariya çalakiyên protestoyî dewam dike. Siyasetmedar û nûnerên saziyan banga tevlîbûneke xurt kirin.

Civîna Bilind a G20'an wê di 7 û 8'ê Tîrmehê de li Hambûrgê were lidarxistin. Amadekariya çalakiyên li dijî civîna bilind jî dewam dikin. Li Hambûrgê, ku wê gelek çalakî pêk werin, Kurd giraniyê didin ser 'Civîna Bilind a Alternatîf' a 5 û 6'ê Tîrmehê û meşa mezin a 8'ê Tîrmehê.

Nûnerên saziyên di nava organîzasyona çalakiyê de cih digirin, qala civîna bilind a G20'an û sedema protestokirinê kirin.

Ji NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû, diyar kir, ew çalakiyên protestoyî yên li dijî civîna bilind a G20'an mafdar û rewa dibînin û got, "Endamên G20'an welatên sereke ne ku ji mêtîngerî, talana çavkaniyên xwezayî û şer berpirsyar in. Ev yek, bi taybetî hebûna Erdogan di nava G20'an de, polîtîkaya wî ya şer, polîtîkaya wî ya şerê qirêj ê li Kurdistan û zext û zordariya dike, sedemek protestoyan e. Ji ber vê yekê em li bendê ne, ku her kes; Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî û her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' tevlî meşa 8'ê Tîrmehê ya li Hambûrgê bibin. Weke NAV-DEM em ê tevlî gelek çalakiyan bibin. Weke yek ji organîzatorên meşa 8'ê Tîrmehê em ê bi hêza xwe vê çalakiya protestoyî mezin bikin, tevlî bibin û li bendê ne ku hemû mirovên me tevlî bibin."

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr bibîr xist, ku kesên weke Erdogan, Pûtîn, Trûmp wê di civîna bilind de li hev bicivin û got, "Wê der heqê me de, der heqê cîhana me de biryarên girîng bidin. Li dijî van biryaran, bi taybetî li hemberî van polîtîkayan, li dijî zext û zordairya Erdogan a li Kurdistan û Tirkiyeyê, em bang dikin ku her kes dakeve kolanan. Weke Partiya Çep em bang li we dikin ku di 8'ê Hezîranê de li Hambûrgê bin û bi hev re vê yekê protesto bikin."

Endamê YXK'ê Firat Nar destnîşan kir, ku weke ciwanan ew naxwazin ev civîna ne demokratîk li ser siberoja wan biryarê bide û got, "Ji ber vê yekê em bawer in ku divê her kes cihê xwe di nava van protestoyan de bigirin. Bi taybetî divê ciwan li Hambûrgê dengê xwe bilind bikin." Nar diyar kir, ew dixwazin siberoja xwe di çarçoveya pêdiviyên xwe de bi xwe diyar bikin û anî ziman, ji bo vê yekê bi dengekî bilind bînin ziman ew ê di van protestoyan de cih bigirin.

Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Adalet Şare ragihand, weke jinên Kurdistanî yên li Hambûrgê ew ê li dijî Civîna Bilind a G20'an bi rengê xwe dakevin kolanan û got, "Em bang li her kesên alîgirê aştiyê ne dikin, her kesên ku projeya jiyana azad a li Kurdistanê tê avakirin e dikin, ku bi me re tevlî çalakiyên protestoyî bibin. Hambûrg cihekî gelekî girîng e, ji ber ku ji bendergeha Habmûrgê bi 390 mîlyon Euroyî çek tên firotin û beşek ji van çekan li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Lîderên li Civîna Bilind a G20'an xwe weke rêveberiya cîhanê dibînin. Em vê qebûl nakin. Em li Şengalê û li Rojava dibînin, ku jiyaneke alternatîf pêkan e. Ji ber vê yekê em we hemûyan dawetî Hambûrgê dikin. Li dijî zîhniyeta Erdogan, Pûtîn û Trûmp em dengê xwe bilind bikin."

Ji YJK-E Munevver Azîzoglû bang li hemû jinan û gelan kir, ku li dijî serdestî û mêtîngeriyê, bi deng û rengê xwe tevlî çalakiyên protestoyî bibin. Azîzoglû destnîşan kir, ku van çalakiyên protestoyî girîng dibînin got, "Werin em Civîna Bilind a G20'an a serdestan veguherînin civîna bilind a azadiya jinê û gelan."